?>

Çeteyan li Efrîna dagirkirî kalmêrek revand

Çeteyan li Efrîna dagirkirî kalmêrek revand

Çeteyên “Polîsên Sivîl” ên girêdayî bi dewleta Tirkiyê li navçeya Mabeta ya herêma Efrînê ya dagirkirî kalmêrekî 78 salî revand.

ABNA24 : Çavkaniyekî ji navçeya Mabetayê ragihand ku çeteyên “Polîsên Sivîl” di 8'ê Gulanê de welatiyê bi navê Mistefa Qere Mihemed kurê Henan (78) ji gundê Dargirê yê navçeya Mabeta ya Efrîna dagirkirî, revandiye.

Çavkanî her wiha diyar kir ku çeteyan bi hincetên bê bingeh êrişî bi ser gund de girt û kalmêr Mistefa Qere Mihemed revand. Kesê hatî revandin birin navenda çeteyan a li navenda navçeyê.

Çavkanî da zanîn ku welatiyê revandî nexweş e û divê dermanan bi rêk û pêk bibe.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*