?>

Çeteyên dewleta Tirkiyê li Efrînê 16 Kurd revandin

Çeteyên dewleta Tirkiyê li Efrînê 16 Kurd revandin

Li herêma Efrînê ya bakurê rojavayê Sûriyê 16 welatiyên Kurd bi destê grûpên çete yên girêdayî Tirkiyê hatine girtin û 400 darzeytûn jî hatine birîn.

ABNA24 : Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê got ku roja 18ê Mijdarê, çeteyên Tirkiyê ku navê Polîsên Sivîl lê kirine 6 welatî li gundê Mamila girtine. Di heman rojê de, çeteyên Semerqendê jî, li gundê Kefer Sefrê, 3 welatî girtine.

Li gor heman rêxistinê, 7 welatiyên din ên Kurd ji deverên cuda yên Efrînê bi destê grûpên çete hatine girtin.

Herwiha li gundê Maratê jî, çeteyên Hemzat hinek firaxên nav malan, weke beroş, tencere û betariyên otomobîlên gundiyan dizîne.

Du jinê Kurd ku ji zindanên grûpeke çete hatine azadkirin heta niha bêmal in

Li aliyê din herdu jinên Kurd, Zêneb Ebdo ya 60 salî û Zelîxe Welîd Omer a 30 salî, ku bi bêhişî ji zindaneke Feyleq el-Şam hatine azadkirin heta niha bê cih û mal in.

Piştî ku terorîstên el-Cebhe el- Şamiye tevahiya endamên malbateke Kurd ku ji 9 kesan pêk dihat, ji wan 3 jin û 2 zarokên şîrmij bûn, girtibûn, 2 jin ji girtiyan bi bêhişî azad kiribûn.

Lê ji ber ku çeteyekî polîsên serbazî dest daniye ser mala wê malbatê, ew herdu jin bê mal mane.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*