?>

Çeteyên Tirkiyê yên li efrînê ciwanekî Kurd bi 'îşkenceyê' kuştin

Çeteyên Tirkiyê yên li efrînê ciwanekî Kurd bi 'îşkenceyê' kuştin

Ciwanekî Kurd ê ji herêma Efrînê ya kurdên Sûriyê li zîndaneke çeteyên ser bi Tirkiyê ve di bin îşkenceyê de hat kuştin.

ABNA24 : Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihandiye: “Ciwanekî Kurd ji Efrînê di zindaneke çeteyên grûpa terorîst a Desteya Tehrîr El-Şam a ser bi Tirkiyê de, li parêzgeha Idlibê bi sedema îşkenceyê, canê xwe ji dest daye.”

Heman çavkaniyê diyar kir, navê wî girtiyê ku canê xwe ji dest daye “Ciwan Ebdulhennan Mihemed e, ew xelkê gundê Xirbet Şeran ê ser bi gundewarê Herêma Efrînê ye.”

Her li gorî wan zanyariyan, Cotmeha 2020an Ciwan Ebdulhenan bi rêya qaçax ji gundewarê Idlibê ber bi Tirkiyê ve çûye, ji bo ku derbasî wî welatî bibe.

Ew ciwanê Kurd ji aliyê çekdarên Tehrîr El-Şam ve tê girtin û çarenivîsa wî nediyar bû, heta ku nûçeya canjidestdana wî hate ragihandin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*