?>

DAIŞê berpirsyariya teqîna li bajarê Sedir girte ser xwe

DAIŞê berpirsyariya teqîna li bajarê Sedir girte ser xwe

Rêxistina DAIŞê berpirsyariya teqîna êvara Duşemê ya li bajarê Sedir a li rojhilatê Bexdayê girte ser xwe û ragihand, endamekî wan ê xwekuj êriş pêk aniye.

ABNA24 :Li gor ajansa nûçeyan a Fransayê AFP, rêxistina DAIŞê li ser kanalên xwe yên di tora civakî ya Telegramê de ragihandiye, endamekî rêxistina me yê bi anvê Ebû Hemze Iraqî, bi kembereke bombekirî, êrişa li bazara Wahêlat a navçeya Sedir pêk aniye.

Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê jî ragihandiye, di teqînê de 30 kesan canê xwe ji dest dane û 50 kes jî birîndar bûne.

Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di du peyamên cuda de, teqîn bi tundî şermezar kirin.

Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje, “Ew tawan nîşana bêwijdanî û nemirovbûna terorîstan e ku di roja Erefê de û di demekê ku xelkê ji bo pêşwaziya cejnê xwe amade dikirin, tawaneke dilşewat a bi vî awayî encam didin. Ew dijminê ol û mirovayetî û pîroziyanin û ji hemû bihayek bêpar in û divê baca wê tawanê bidin.”

Nêçîrvan Barzanî jî di peyama xwe de diyar kiriye,“Nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê bo pêşkêşkirina hemû alîkarî û hevkariyên pêwîst ên pizîşkî û pêşwazî li birîndaran amade û vekirî ne.”

Yehya Resûl, Berdevkê Serbazî yê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihandiye, piştî teqînê Mistefa Kazimî biryara desteserkirina berpirsê ewlekariyê yê navçeyê û encamdana lêkolînê daye.

Serokwezîrê Iraqê herwiha biryar daye, her fermandar û berpirsekî ewlehiyê li navçeya Sedir û Bexdayê ku xemsarî di erkê xwe de kiribe, lêpirsîn pê re bê kirin û radestî dadgehê bê kirin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*