?>

DAIŞê gundekî Kerkûkê topbaran kir

DAIŞê gundekî Kerkûkê topbaran kir

Çeteyên DAIŞê hejmarek gulleyên hawên arasteyî gundekî sînorê parêzgeha Kerkûkê kirin.

ABNA24 : Li gorî nûçeya Kurdistan 24ê, Jêderekî ewlehiyê ji parêzgeha Kerkûkê ragihand; çeteyên DAIŞê bi hawênan gundê Macid ê ser bi navçeya erebnişîn a Hewîceyê topbaran kirine.

Jêderê ewlehiyê eşkere kiriye ku ji ber topbaranên DAIŞê ziyan negihiştiye canê ti kesî.

Herwiha diyar kiriye ku hêzên ewlehiyê li wê deverê dest bi helmeta lêgerînê kiriye ji bo dîtina encamderên wê êrîşê.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*