?>

DAIŞê li parêzgeha Diyalê êrişî ser ser xaleke kontrolê ya artêşa Iraqê kir

DAIŞê li parêzgeha Diyalê êrişî ser ser xaleke kontrolê ya artêşa Iraqê kir

Şeva borî terorîstên DAIŞê li sînorê parêzgeha Diyaleyê bi 2 êrîşan xaleke kontrole ya hêzên Iraqê kontrol kir û 3 serbazên Iraqê hatine kuştin û 2 serbaz jî birîndar bûne.

ABNA24 : Çavkaniyeke emnî ya Iraqê ji medyaya vî welatî re aşkere kiriye koma terorîst a DAIŞê li sînorê nahya Uzêm a Diyaleyê êrîşî ser hêzên Iraqê kiriye.

Herwiha ligor wê çavkaniyê DAIŞê êrîşî xaleke kontrole ya  lîwaya 2 ya artêşa Iraqê kiriye û di encamê de serbazek birînda bûye. Herwiha piştî wê êrîşî li gundê Tale yê nahya Uzêmê jî êrîşî xaleke konrolê kiriye armanc.

Di êrîşa duyem de 3 serbazên artêşa Iraqê yê li wê xala kontrolê bûne hatine kuştin û kesekî din jî birîndar bûye. Herwiha tê gotin ku vê koma terorîst ew xala kontrolê xistiye bin destê xwe.

Li gor zanyariyn DAIŞê xwe li xala kontrola bi cî kiriye û hêza piştevaniyê ya artêşa Iraqê jî êrîşî terorîstên DAIŞê kiriye ji bo derxistina wan ji wê xala kontrolê .

Çavkaniyekî ewlehiyê yê Iraqê ragihand ku hêzên artêşa Iraqê li hemberî vê êrişa terorîstên DAIŞê dest bi çalakiyê kir ku di dewama vê çalakiyê de karîn çekdarên koma terorîst a DAIŞê ji deverê û xala kontrolê derxin û heta veşargeha terorîstan li çiyayên deverê radû wan kirin û ew şopandin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*