?>

Daxûuyaniya ofîsa serokê Parlemana Iraqê derbarê hevdîtina bi serokê Herêma Kurdistanê re

Daxûuyaniya ofîsa serokê Parlemana Iraqê derbarê hevdîtina bi serokê Herêma Kurdistanê re

Serokê Parlemana Iraqê Mihemed Helbûsî û serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinekê de derheq geşedan û rûdanên siyasî li Iraqê û xwenîşandanên vê demê yên iraqiyan û hewldanên ji bo cihanîna xwestekên rewa yên xwenîşanderan gotûbêj kirin.

ABNA: Ofîsa serokê Parlemana Iraqê bi weşandina daxuyaniyekê diyar kir ku Helbûsî duh li Bexdayê pêşewazî ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û taxima parlemanî ya pê re kir û bi Nêçîrvan Barzanî û taxima hanê re rûnişt.

Serokê Parlemana Iraqê û Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtina xwe ya li Bexdayê ser geşedan û rûdanên siyasî li Iraqê û xwenîşandanên vê demê yên iraqiyan li Bexdayê û hin bajarên başûr û navenda Iraqê û ser xwestekê rewa yên xwenîşanderên hanê gotûbêj kirin.

Wan herwiha paketên pêşniyarkirî li bara reformên pêwîst û qanûnên pêwendîdarê xwestekên gel û pejirandina qanûnên nû li vê barê de ji aliyê Parlemanê hilkolandin û xwestin ku dewlet û parleman li van babetan gavên lezgîn bavêje.

Nêçîrvan Barzanî li hevdîtina xwe bi Helbûsî re ragihand kutevger û aliyên kurd ên Iraqê amade ne bi gişt alî û şirîkên xwe yên Iraqî re ji bo kokbirkirina pirsgirêkên gelê Iraqê hevkariyê bikin da ku gavên bi bandor û reformên hêja  ser xêra xelkê werin rakirin û pêk werin. Wî herwiha amadetiya kurdan bona hevkariyê di çarçova çêkirina reforman di nav qanûna bingehîn de li gor xwestekên rewa yên gel û li gor berjiwendiya ewlehî û îstiqrara Iraqê, diyar kir .

Nêçîrvan Barzanî duh danê sibê çû Bexdayê.

...........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*