?>

Daxûyanîya dawîya meşa gelê Yemenê

Daxûyanîya dawîya meşa gelê Yemenê

Xelkê Yemenê di daxûyanîya meşa berfire ya xwe li Senayê de, pêgirî ser piştgirîya ji gelê Filistînê, war û nirxên wî yên pîroz kir.

ABNA: bi sedan hezar kes j ixelkê Yemenê li şarê Senayê, duh danê êvarê daketin kolanan û neyarîya xwe hibmerî plana amerîkî-sîyonîstî ya Danuistandina Sedsalê ragihandin.

Welatîyên yemenî di dawîya wê meşê de, xwestin ku himberî rêjîma talanker a Sîyonîst pişta gelê Fiilstînê were girtinê.

Welatîyên yemenî di daxûyanîya hanê de tevî şermezarkirina plana nijadperestane ya Danuistandina Sedsalê pêgirî kirin ku dûhatên wê danuistandinê yê jibo Amerîkayê û Israyîlê bikarsat bin.

Sereokê Lêjneya Bilind a Sîyasî ya Yemenê Mihemed Elî Hûsî jî li koma bi sedan hezar welatîyên yemenî li Senayê got ku gelê Yemenê yî piştgirîya ji armanca Fiilstînê bidomîne û himberî Danuistandina Sedsalê razî nabe.

Hûsî derbarê piştgirên ereb ên Rêjîma Sîyonîst de jî got: Kesên nikarin dijî Danuistandina Sedsal êderkevin, şîyana wan a şêrr tineye.

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump Sêşema buhurî digel Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst plana nijadperestane ya Danuistandina Sedsalê nimand.

Ligorî plana nijadperestane ya Danuistandina Sedsalê, Quds bi awayekî fermî weke paytexta Rêjîma Sîyonîst tê naskirinê, sedî 30`yê axa rexê rojavaya çemê urdinê radestî Israyîlê tê kirinê, awareyên filistînî mafê vegera bo welatê xwe tinene û Filistîn tam tê jiçekkirinê.

...........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*