?>

Dengvedana berfire ya gotinên Rêberê Înqilaba Îslamî di nav Medya cîhanê de

Dengvedana berfire ya gotinên Rêberê Înqilaba Îslamî di nav Medya cîhanê de

Gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê yên bi minasibeta Roja Cîhanî ya Qudsê bi awayekî berfire di nav medya cîhanê de deng veda.

(Abna24) - Ajansa France Pressê (AFP) bal kişand ser gotinên îro yên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê yên bi minasibeta Roja Cîhanî ya Qudsê û ji zarê wî nivîsî: Xebat û têkoşîna ji bo azadiya Filistînê Cîhada li Riya Xwedê ye û eva li hemmûya ferz û wacib e.

Ajansa Reutersê jî ragihand ku Ayetullah Xamineyî îro Îsraîl wekî kula qanserê li rojavayê Asyayê  bi nav kir û desnîşan kir ku divê heya azadiya filistîniyan divê şer û ceng li hemberê vê kulê berdewam bike û ji welatiyên filistînî jî xwest ku serhildan û întîfaza xwe li dijî Îsraîlê berdewam bikin.

Rojnama siyonîstî ya Jerusalem Post jî bal kişand hin babetên gotinên rêberê Înqilaba Îslamî û nivîsî: Ayetullah Xamineyî got: Serketina Înqilaba Îslamî li Îranê rê û dewraneke nû di mijara xebat û têkoşîna gelê Filistînê li dijî Îsraîlê ve kir; Bi avabûna bereya berxwedanê, karê rejîma Siyonîstî dijwar  û dijwartir bû û helbet li pêşerojê de ji vê yekê dijwartir jî bibe.  

Gotinên rêberê Înqilaba Îslamî di nav medya Rûsyayê de jî dengvedaneke berfire hebû û wan ji zarê Hz. Ayetullah Xamineyî nivîsîne: Ji holêrakirina Rejîma Siyonîstî tê vê wateyê ku misilman, xirîstiyan û cihû bi giştpirsiyê dewleta xwe hilbijêrin.

Sputnîkê nivîsiye:Gelên Îranê û cîhanê salên berê bi minasibeta Roja Cîhanî ya Qudsê meş û rêpîvan lidar têxistin, lê belê îsal ji ber Pandemiya Koronayê ev meşana qedexe bûn.

Medya Spaniyayê jî nivîsîne: Rêberê Îranê Îsraîl wek vîrusa Koronayê nimandiye û xwestiye ku ji bo jinavbirina vê vîrusê divê hemû bixebitin.

 El Periódico ya Spanyayê nivîsiye: Ayetullah Xamineyî di axivtina xwe de desnîşan kiriye ku hedefa têkoşînê azadkirina gişt erdên filistînî û vegerîna filistîniyan ser mal û avahiyên xwe ye.

Rojnama A.B.C jî bi tîtra "Vîrusa Kevn a Siyonîsmê wê ji nav here" nivîsiye: Ayetullah Xamineyî îro înê ji filistîniyan xwest întifaze û serhildana xwe li dijî Îsraîlê berdewam bikin û got: Dewleta Îsraîlê Kula Qanserê ye ku divê heya azadiya Filistîniyan, berxwedan berdewam bike.

Rojnama  Malay Mail derheq dengvedana gotinên îro yên Rêberê Înqilaba Îslamî nivîsî:Ayetullah Xamineyî Rejîma Siyonîstî wekî kula qanserê li rojavayê Asyayê da nasandin û ji filistîniyan xwest serhildana xwe li hemberî vê rejîmê berdewam bikin. 

Rojname û medyaya Hindustanê yên wekî Times Of India û kanala nûçeyan a News 18 û belavoka Many Control jî îro gotinên rêberê Înqilaba Îslamî bi minasibeta Roja Qudsê xistin rojevê.

Gotinên Rêberê Înqilaba Îslamî di nav medyaya Çîn, Almanya, Lubnan, filistîn, efxanistan, Tirkiye, Iraq û welatên din jî bi awayekî berfire deng dan.  


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*