?>

derdora 200 penaberên kurd ên sûrî gihiştin Herêma Kurdistanê

derdora 200 penaberên kurd ên sûrî gihiştin Herêma Kurdistanê

Duh duşemê derdora 200 penaberên kurd ên Sûriyê piştî derbasbûna şeş rojan ser operasyona Tirkiyê ya li ser kurdên Sûriyê û belavbûna hêzên hikûmeta Sûriyê li ser sînorê bakura vî welatî gihiştin Herêma Kurdistana Iraqê.

ABNA: Navenda Çareserkirina Qeyranan a ser bi Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku yekem karwanê penaberan ê kurdên Sûriyê ji ber şideta şer û desdirêjiya rejîma Tirkiyê  gihiştiye Herêma Kurdistanê û hejmara wan pnaeberan derdora 200 kesan e. LI gor gotina rayedarên Herêmê ev penaber li Kampa Dumêz a parêzgeha Dihokê hatine bicihkirin.

Herwiha amaje bi wê yekê jî hatiye kirin mimkune di hefteya dahatû da hejmara wan penaberan zêdetir bibe.

Herwiha Navenda Çareserkirina Qeyranan daye zanîn ku ew hewl didin pêdawîstiyên serekî yên wan penaberan dabîn bikin.

Berî vê yekê rayedarên Herêmê ji wan wezîrê navxwe yê Herêma Kurdistanê pêşbînî kiribûn ku muhtemel e 200 hezar penber ji ber desdirêjiya rejîma Erdogan ser Kurdên Sûriyê, derbasî Herêma Kurdistanê bibin vêca wan pêngavên pêwîst  ji bo bicihkirina penberên hanê rakirine.

Hikûmeta Tirkiyê di encama êrişên xwe yên dagîrkeriyê de heya niha bi dehan sivîl jî kuştine û bi sedan sivîlên din jî birîndar kirine.

.........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*