Desgirtiya rojnamevanê kuştî yê Siûdî got ku sefera welîehdê Erebistana Siûdî bo welatên din nikare bibe sîwana sûcê wî.
ABNA24 : Cemal Xaşiqcî ku rexnegirê tund ê Welîehdê Erebistana Siûdî bû, di Cotmeha 2018an de bi fermana Bin Selman li Konsulxana Erebistana Siûdî ya li Stenbolê hatibû kuştin.
Li gorî rapora Reuters`ê, Xedîce Cengîz li berteka seredana Mihemed Bin Selman a roja çarşemiyê bo Tirkiyê got: Rewatiya siyasî ya welîehdê Erebistanê ji bo sefera bo welatên din, rastiya qatilbûna wî naguherîne.
Xanim Cengîz wiha pê de çû: "Êdî Cemal ne tenê çîroka min e, têkoşîna ji bo edaletê ne tenê ya min e, têkoşîna her mirovekî azad û xwedî raman e û ti têkiliya dîplomatîk nikare vê neheqiyê rewa bike."
Bin Selman roja Sêşemê dest bi sefera xwe ya herêmî bo Misrê kir û îro Çarşemê jî serdana Tirkiyê kir û li Enqerê ew bi serokomarê Tirkîyê re dicive. Piştî kuştina Xaşiqcî ev yekem sefera Welîehdê Erebistana Siûdî ye li derveyî Kendava Farsê.
342/