?>

Despêbûna danûstandinên ticarî di navbera Îran û Herêma Kurdistanê li Hacî Omranê

Despêbûna danûstandinên ticarî di navbera Îran û Herêma Kurdistanê li Hacî Omranê

Hewldanên bazirganî û ticarî di navbera Îran û Herêma Kurdistana Iraqê li derbasgeha Hacî Omranê ji nû ve despê bû.

ABNA: rayedarên sînorvaniya Herêma Kurdistanê li derbasgeha sînorî ya Hacî Omranê ragihandin ku piştî girêdana vê derbasgeha sînorî li rojên vê dawiyê ji ber ketina berfa giran û piştî wê jî ji bo girtina pêşiya belavbûna vîrûsa Koronayê li Herêma Kurdistanê, dîsa hate vekirin û hewldanên bazarganî hatin despêkirin.

Li gor vê ajansê, vê demê ev derbasgeha sînorî ji vîrûsa Koronayê hatiye paqijkirin û tîmên taybet ên doutoriyê ji bo tedawîkirina şofêran li vê derbasgehê hatine damezrandin û gişt şofêran berî ku derbasî Herêma Kurdistanê bibin tên tedawîkirin.

Her ji ber van hewldanan, kar û xebatên bazarganî li derbasgeha sînorî ya Hacî Omranê ketine nav rewşa xwe ya normal.  

...........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*