?>

Dezgeha Dadwerîya Îranê yê Plana Danûstandina Sedsalê ya Amerîkayê ji hêla hiqûqî va bişopîne

Dezgeha Dadwerîya Îranê yê Plana Danûstandina Sedsalê ya Amerîkayê ji hêla hiqûqî va bişopîne

Berdevkê Dezgeha Dadwerîya Îranê ragihand ku ew dezgeha yê plana amerîkî-sîyonîstî ya Danûstandina Sedsalê li civatên navnetewî bişopîne.

ABNA: Serokomarê Amerîkayê Donald Trump vê dawîyê plana sazişê ya nasyar bi Danûstandina Sedsalê nimand plana ku ligorî wê, Quds û bajarokên li rexê rojavaya çemê Urdinê tam tevlî erdên dagirbûyî yên Filistînê (Israyîl) tên kirinê û mafê vegera wareyên filistînî nayê berçavgirtinê.

Xulamhisên Îsmayîlî Berdevkê Dezgeha Dadwerîya Îranê bi gotina vê yekê ku plana Danûstandina Sedsalê bifermînaskirina dagirkerî û zorbêjîyê ye, dîyar kir: Ew plana him mafê serwerîya gelê misilman û heta yê nemisilman ê eslê xwe filistînî binpê dike û him jî mafên gel têkildarî serwerîya ser çarenûsa xwe tê hesêb.

Îsmayîlî herwiha got: Çiqa Navnetewî ya Dezgeha Dadwerîya Îranê ligorî bingehên hiqûqî û berovajîtîyên plana Danûstandina Sedsalê himberî mafên navnetewî û menşûra NY û mafê serwerîya gel yê li civatên navnetewî bişopîne.

Berdevkê Dezgeha Dadwerîya Îranê herwiha amajeyî girtina hejmarek sîxorên Sazîya Lêzanînên Navendî ya Amerîkayê (CIA) û erêkirina hikmê darvekirina wan kir û got: Bikaranîna sîxoran jibo berhevkirina nûçe û lêzanînan û derbelêxistina li Komara Islamî ji karên bikîn ên dewleta Amerîkayê dijî Îranê ne.

.............
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*