?>

Di encama 2 teqînan de li Efganistanê 10 kes hatin kuştin

Di encama 2 teqînan de li Efganistanê 10 kes hatin kuştin

Van rojana êrişên terorîst li Efganistanê zêde bûn. Li paytexta Efgansitanê Kabulê 2 teqîn pêk hatin, di encamê de herî kêm 10 kes hatin kuştin.

ABNA24 : Rayedarekî ewlehiyê ragihand ku di her 2 teqînên de ku li beşa rojavayî ya paytexta Kabulê pêk hatine herî kêm 10 sivîl hatin kuştin.

Berdevkê Hêzên Polîsan ê Kabulê Ferdos Faramerz roja sêşemê diyar kir ku di encama 2 teqînên cuda de, 12 sivîl birîndar bûn. Her wiha heta niha tu aliyekê teqîn negirtiye ser xwe.

Tevgera Talîban û çeteyên DAIŞ`ê bi rêk û pêk teqînan li Efganistanê pêk tînin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*