?>

Di encama êrişa DAIŞ’ê de leşkerekî iraqî hat kuştin û 3 leşker birîndar bûn

Di encama êrişa DAIŞ’ê de leşkerekî iraqî hat kuştin û 3 leşker birîndar bûn

Terorîstên DAIŞ’ê êrîşê noqteyek leşkerên artêşa Iraqê kirin. Di encama êrîşê de leşkerek hate kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.

ABNA 24: Êrîşên çeteyên DAIŞ yên li Iraqê bi piştgiriyaa Amerîka û rejîma siyonîstî dewam dikin. Bi taybet piştî belavbûna Koronayê, çete li gelek herêman xwe bi rêxistin dikin û êrîşê xelkê sivîl û artêşa Iraqê dikin.

Duh bi şev li gundê Ceferî ya ser bi bajarokê Behroz a ser bi parêzgeha Diyalayê, çeteyan êrîşê noqteyek leşkerên artêşa Iraqê kir.

Berdevkê rêveberiya polîsên parêzgeha Diyala Nîhad Mihemed êrîşa çeteyan a duh bi şev piştrast kir û da zanîn leşkerê bi navê Azad Şakir Elî hatiye kuştin û 3 leşkerên din yên bi navê Emer Îsa Xencer, Emar Xelîl Îsmaîl û Wisam Ehmed jî birîndar bûne.

Hewldanên terorîstî yên DAIŞê van mehên dawiyê li Iraqê ji ber pirsgirêkên pêkanîna dewleta nû û qeyrana Koronayê zêde bûne.

Ji aliyê din ve hin partî û rayedarên iraqî dibêjin dema ku Amerîka ji bo derxistina hêzên xwe ji Iraqê dikevin ber zext û zorê, bona ku mihaneyekê ji bo mayîna xwe bi dest xe, alîkariya komên terorîst ên wekî DAIŞê dike, ji bo cihanîna êrişên zêde li Iraqê.  

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*