?>

Di encama êrişa terorîstên DAIŞê li rojhilatê Iraqê de 4 leşkerên Iraqê hatin kuştin

Di encama êrişa terorîstên DAIŞê li rojhilatê Iraqê de 4 leşkerên Iraqê hatin kuştin

Çavkaniyên Iraqî ragihandin ku di encama êrişa terorîstên DAIŞê de 4 leşkerên Iraqê hatin kuştin.

ABNA24 : çavkaniyên iraqî ragihandin ku terorîstên DAIŞê duh bi şev êrîşî navçeyek li başûrê bajarê Baqûbê navenda parêzgeha Diyalayê (li rojhilatê Iraqê) kirin û di encamê de kesek hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Berpirsekî ewlekariyê li parêzgeha Diyalayê got ku endamên DAIŞê bi tifingên nîşanbaziyê êrîş birin ser yek ji xalên pişkinînê yên Firqeya 1ê ya artêşa Îraqê li gundê Îbrahîm ê ketiye 9 Km-iya  başûrê Baqûbê.

Tevî şikesta DAIŞê di sala 2017an de û serkeftina Iraqê li ser vê gurûpa terorîstî piştî sê sal û nîv şer û pevçûnan, lê paşmahiyên DAIŞê heta niha li hin parêzgehan mijûlî çalakiyên terorîstî ne.

Parêzgehên Diyala, Selahedîn, Bexda, Kerkûk, Nînowa û El-Enbarê ji navçên sereke yên liv û tevgera DAIŞê li Iraqê ne û terorîst car caran li van deveran li dijî hêzên ewlehiyê û xelkê sivîl operasyonan dikin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*