?>

Di êrişeke DAIŞ’ê de 3 leşkerên Iraqê hatin kuştin

Di êrişeke DAIŞ’ê de 3 leşkerên Iraqê hatin kuştin

Di encama êrişeke çeteyên DAIŞ`ê ya li dijî herêma Retbe de ya bi ser sînorê Erebistana Siûdiyê ve 3 leşkerên iraqî hatin kuştin.

ABNA24 : Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Çavkaniyekî iraqî ji kanala El-Hura ya Amerîkayê re ragihand ku di encama êrişeke rêxistina DAIŞ`ê ya li dijî herêma Retbe de ya bi ser sînorê Siûdiyê ve leşkerên iraqî bûn qurbanî.

Berpirsê Retbe Îmad Mişel got çeteyên DAIŞ`ê bi çekên navîn û sivik êrişî nuqteyeke ewlehiyê ya nêzî herêma Tebeat a girêdayî herêma Retbe ya li rojavayê Enbar kirin û di encamê de du yekîneyên hêzên artêşê yên girêdayî Ferqa Yekemîn û endamekî hêzên Heşd El-Eşairî hatin kuştin.

Mişel da zanîn ku hêzên artêşa Iraqê bi giranî birîndar bûne û ew rakirin nexweşxaneya Retbe ya giştî û di encama şer de serçeteyekî DAIŞ`ê hate kuştin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*