?>

Di gola Derinoz a Amasyayê de 5 kes ji malbatekê xeniqîn

Di gola Derinoz a Amasyayê de 5 kes ji malbatekê xeniqîn

Li parêzgeha Amasya ya Tirkiyê 5 endamên malbatekê di golekê de xeniqîn.

ABNA24 : Li navçeya Suluova malbata Cenikli ku ji bo geştê çûbûn Gola Derinoz, piştî zarokê wan ê 3 salî bi navê Levent dikeve golê, 4 endamên din ên malbatê bi armanca ku wî rizgar bikin xwe davêjin nav golê.

Di bûyerê de, Levent Cenikli yê 3 salî, Hawanûr Cenikli ya 9 salî, Sultan Cenikli ya 50 salî, Emrullah Cenikli yê 19 salî û Elîf Cenikli ya 28 salî di golê de xeniqîn.

Termên wan 5 kesan ji aliyê tîmên Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşa Awarte ya Tirkiyê (AFAD), ji golê hatin derxistin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*