?>

Di salvegera rizgarkirina Tebqayê de; Welatî: Sûcên dewleta Tirkiyê rawestînin

Di salvegera rizgarkirina Tebqayê de; Welatî: Sûcên dewleta Tirkiyê rawestînin

Saziyên Civaka Sivîl a herêma Tebqayê bi boneya salvegera 4`emîn a rizgarkirina Tebqayê daxuyaniyek da, tê de banga rawestandina sûcên dewleta Tirkiyê li dijî gelê Sûriyê kir.

ABNA24 : Daxuyanî li pêşiya navneda Saziyên Civaka Sivîl a li Tebqayê hate dayîn û ji aliyê endamê rêveberiya Saziyên Civaka Sivîl Mîlad Farias ve hate xwendin. Hejmarek endamên yekitiyên girêdayî Saziyên Civaka Sivîl beşdarê bûn.

Di destpêka daxuyaniyê de rizgarkirina Tebqayê li gelê wê û hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate pîrozkirin û wiha hate gotin: “Tebqa bi saya fedekariyên hêzên me, hêzên Sûriya Demokratîk hate rizgarkirin.”

Her wiha bang li civaka navneteweyî hate kirin ku dewleta Tirkiyê neçarî pêkanîna qanûna navneteweyî bikin û zextê lê bikin da ku şerê xwe li dijî gelê Sûriyê rawestîne, para gel ji ava çemê Firatê li gorî peymanên hatine îmzekirin berde.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*