?>

Dilgiraniya Nêçîrvan Barzanî ji guhertina demografiya navçeyên Kurdnişîn li bakurê Sûriyê

Dilgiraniya Nêçîrvan Barzanî ji guhertina demografiya navçeyên Kurdnişîn li bakurê Sûriyê

Serokê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê di hevdîtina digel desteyeka Encumena Niştîmanî ya Kurdên Sûriyê (ENKS) derbarê hewildanên jibo guhertina demografiya navçeyên Kurdnişîn ên Sûriyê dilgiraniya xwe diyar kir.

ABNA: Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê digel desteyeka ENKS'ê bi serokatiya Seûd Mula rêberê ENKS hevdîtin pêk anî.

Malpera fermî ya Partiya Dêmokrat a Herêma Kurdistanê ragihand ku du aliyan dawîn alûgorên navçeyên Kurdnişîn ên Sûriyê û rola welatên navçe û cîhanê di van alûgoran da hilkolandine.

Barzanî li ser pêwîstiya hevtêgihîştin û pêkanîna baweriyê navbera hemî partî û tevgerên siyasî yên cûrbicûr li Kurdistana Sûriyê pêgirî kir û ragihand ku Herêma Kurdistanê amadeyî piştgirî û hevkariya digel her cûre kiryarekê jibo pêkanîna aramiyê li van navçeyan û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan e.

Di vê hevdîtinê da her wiha aştî û hevkarî û pejirandina ciyawaziyên navbera bereyên cûrbicûr li Sûriyê û hevahengî jibo çareseriya pirsgirêkan û pêkanîna ewlehî û aramiyê pêwîst hatiye zanîn.

Du aliyan her wiha dilgiraniya xwe ji kiryarên pêkhatî û hewildanên ku jibo guhertina demografiya navçeyên Kurd Nişîn ên Sûriyê diqewimin, her wiha kiryarên komên tundrê di opozîsiyona Sûriyê li dijî van navçeyan diyar kirin.

..........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*