?>

Dîsa li Libnanê xwepêşandan li dar ketin, di encama pevçûnan de 25 kes birîndar bûn

Dîsa li Libnanê xwepêşandan li dar ketin, di encama pevçûnan de 25 kes birîndar bûn

Piştî Seed Herîrî nikaribû hukumeta Lubnanê ava bike û mijar hat ragihandin, xwepêşandan destpêkirin û li bajarê Trablusê şer derket û di encamê de 25 kes birîndar bûn.

ABNA24 : Piştî daxuyaniya Seed Herîrî, Lubnaniyan neseqamgiriya siyasî û şertên jiyanê  protesto kirin û derketin kolanan. Li bajarê Trablusê li devera Jebal Muhsin xelkê rê girtin. Bo vekirina riyan hêzên ewlehiyê mudaxeleyê xwepêşandanê kirin ku di encamê de di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşandêran de şer û pevçûn derket.

Hêzên ewlehiyê bombeyên gazê bikaranîn û xwepêşandêr bi dar û keviran li wan xistin. 25 kesên birîndar bûn ji aliyê tîmên tenduristiyê de bi ambûlansan birin nexweşxanê.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*