?>

Dubarebûna îdiayên derewîn ên Wezîrê Derve yê Siûdî li dijî Îranê

Dubarebûna îdiayên derewîn ên Wezîrê Derve yê Siûdî li dijî Îranê

Çavkaniyên çapemeniyê ragihandin ku îdiayên derewîn ên Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî yên li dijî Îranê di hevdîtina digel Mîrê Kuwêtê de hatin dubare kirin.

ABNA24 : Di hevpeyvînekê de digel ajansa nûçeyan a WAS roja Çarşemê, Wezîrê Derve yê Erebistana Siudî Feysel bin Ebdullah bin Ferhan got ku wî di civînekê de bi Paşmîrê(welîehdê) Kuweytê şêx Meşel Ehmed Cabir el-Sebah re hêvîdariya xwe diyar kiriye ku mijara hevahengiya hevbeş di navbera Kuweyt û Erebistana Siudî de digel rêvebiriya nû ya Amerîkî li hember gefên Îranê li navçê û domandina dorpêçên aborî û çekdarî li ser Îranê divê di rêza pêşîn de bebe û wek karê serke were berçavgirtin.

Rojnama Ukaz a Siûdî, ji zarê jêderekî payebilind ê Kuweytî îdia kir ku helwesta Civata Hevkariya Kendavê di derbarê pirsgirêka navokî ya Îranê û ya ku jê re digot desttêwerdana Îranê di karûbarên navxweyî yên welatên ereb ên endamên Civata Hevkariya Kendava Farsê de ji hêla wezîrê derve yê Erebistanê û welîehdê Kuweytê ve hate gotûbêj kirin.

Welîehdê Kuweytê şêx Meşel Ehmed Cabir el-Sebah duh li gor vexwendina rayedarên Siûdî sefera Riyazê paytexta Erebistanê kir.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*