?>

Edmîral Seyarî: Îranê teknolojiya çêkirina balefiran bi dest xistiye

Edmîral Seyarî: Îranê teknolojiya çêkirina balefiran bi dest xistiye

Alîkarê hevahengkir ê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê tekez kir ku Îranê teknolojiya çêkirina balefiran bi dest xistiye.

ABNA24 : Hêzên çekdar ên Îranê cûreyên balefirên şêrr û veguhestinê yên bi navê Azerexş, Îran 141 û Koserê çê kirine. 

Emîr edmîral Hebîbullah Seyarî, Alîkarê hevahengkir ê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê di merasima vekirinê ya dora heştem a Şerkariya Seretayî ya bijardeyên wezîfe yên welêt da got: Em di warê asimanî da gihîştine cîgehekê ku balefirên nû bi palpiştiya pêşegerên artêşê, hêzên çekdar û zanîngehên welêt çê dikin.

Alîkarê hevahengkir ê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê her wiha tevî amajeya bi destkeftên leşkerî yên Îranê di warê deryayî da, got: Roja îro em ji hindik welatan in ku xwedan şiyana çêkirina keştiya şêrr a mûşekavêj in û em îdia dikin ku me şiyana çêkirina amûrên deryayî yên herî pêşketî ne.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*