?>

Emîr-Ebdullahiyan: Îradeya Îranê ji bo hevkariyê ligel Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê cidî ye

Emîr-Ebdullahiyan: Îradeya Îranê ji bo hevkariyê ligel Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê cidî ye

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li hevdîtina bi Rêvebirê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê, pêgirî kir: Îradeya Îranê ji bo hevkarîkirina digel IAEA cidî ye.

ABNA24 : Îro Sêşemê Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan li gel Rafael Grossî Rêveberê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê civiya û tekezî li ser îradeya cidî ya Îranê bo danûstandinên avaker ligel IAEA di çarçoveya Rêkeftina Çavdêrî û Kontrolê de kir û hêvî xwest ku di serdana Rêvebirê Giştî yê IAEA de bawerî û hevkariya di navbera her du aliyan de bihêztir bibe.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha bal kişand ser girîngiya karên teknîkî, pîşeyî û bêalî yên Ajansê û xwest ku bila ajans nekeve ber bayê zext û zorên siyasî yên  biyaniyan.

Rêvebirê Giştî yê IAEA jî di vê hevdîtinê de balkişandin ser şêwaza teknîkî, pîşeyî û bêalî ya Ajansê û serdana xwe ya Îranê nîşana îradeya xwe ji bo gotûbêj û têgihîştina hevdu, çareserkirina pirsgirêkan û pêşxistina hevkariyên digel Komara Îslamî ya Îranê da zanîn û diyar kir ku ajans amade ye ji bo hevkariyeke nêzîk bi Komara Îslamî ya Îranê re bo çareserkirina pirsgirêkên mayî yên di mehên pêşber de.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*