?>

Emîr-Ebdullahiyan: Ji bo hêsankirina anîna vaksînên Koronayê bo Îranê dê komîteyek hevbeş were avakirin

Wezîrê Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan damezrandina komîteyek hevbeş di navbera Wezareta Karên Derve, Wezareta Pîşesazî, Maden û Bazirganiyê û Odeya Bazirganiya Îranê de ji bo hêsankirina anîna vaksîna Korona ragihand.

ABNA24 : Husên Emir-Ebdollahiyan vê êvarê di civîna sêyemîn a Erkaniya Hêsankirina Vaksîna Koronayê de got. "Yek ji encamên civîna îro ev bû ku me li ser avakirina komîteyek hevbeş di navbera Odeya bazarganiya Îranê, Wezareta Karên Derve û Wezareta Pîşesazî, Maden û Bazirganiyê ya Îranê de li hev kir," .

Wezîrê Karên Derva yê Îranê her wiha dewam kir: "Îro, pêşniyar hat kirin ku ji bo sektora taybet di komîsyonên aborî de, ku hejmareke wan jî zêde ye, pozîsyoneke rastîn bê dîtin, da ku nûnerê sektora taybet di civînan de amade bibe û karibe şêwirîn û alîkariyê bide tîma ku di Wezareta Derve dixebite. 

Wî zêde kir: "Em amade ne bi odeyên parêzgehan re jî li her astekê civînan pêk bînin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*