?>

Emîr-Ebdullahiyan: Nayê qebûlkirin ku Tirkiye bi çêkirina bendavan pirsgirêkan ji bo welatên herêmê çêbike

Emîr-Ebdullahiyan: Nayê qebûlkirin ku Tirkiye bi çêkirina bendavan pirsgirêkan ji bo welatên herêmê çêbike

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Nayê qebûlkirin ku Tirkiyê di warê çêkirina bendavan de tedbîran bigire û encama wê dê ji bo gelên Îranê û welatên navçê bibe pirsgirêk.

ABNA24 : Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê roja sêşemiyê li civîna giştî ya meclisa şêwra islamî li bara çêkirina neqanûnî û bê reje ya bendavan li Tirkiyê got: Ji dewleta Tirkiyê tê xwestin ku giringiyê bide deb û resmên cînartiyê û çêkirina bendavên li ser sînor bi taybet li ser çemê  Aras berçava derbas bike û pirsgirêkan ji cînaran çê neke û ev mijar di sê hevdîtina rû bi rû ya bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê re hat bibîranîn û nirxandinê.

Wezîrê karên derve yê Îranê diyar kir ku di warê çêkirina bendavan de ti rêkeftinek dualî di navbera Îran û Tirkiyê de çênebûye û di dewamê de got: Karbidestên hikûmeta Tirkiyê dibêjin, ew bendav li deverên çiyayî têne çêkirin û tenê ji bo armancên hîdroelektrîkê ne.

Emîr-Ebdullahiyan herwiha diyar kir: Di demeke nêzîk de dê li Tehranê bi şandeke Tirkiyê re li ser mijara avê gotûbêj bikin.

Hikûmeta Tirkiyê bi kontrolkirina ava çemên Dîcle û Feratê û rêgirtina li herikîna van damarên girîng ên avê li Sûriyê û Iraqê, ji van welatan, Îran û heta Kuweyt û Erebistana Siûdî re jî qeyrana avê çê kirine.

Planên geşepêdanê û çêkirina bendavê bûne sedem ku mîrateya şaristaniya hezar salî ya bajarên Kurdan li Tirkiyê û bermahiyên dîroka kevnar a vî gelî di bin avê de bimînin û gelê Iraqê jî ji vê jyekê bêpar nemaye.

Bandora herî muhtemel a kêmkirina hatina avê ji bo Iraqê, ji destdana ziraetê li Iraqê û zêdebûna biyabanbûnê li vî welatî ye, ku bandorên wê jî zêdetir ji berê dê bandorê li Îranê dike.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*