?>

Emîr-Ebdullahiyan tekezî li ser pêwîstiya cîbicîkirina rêkeftinên di navbera Tehran û Duhayê de kir

Emîr-Ebdullahiyan tekezî li ser pêwîstiya cîbicîkirina rêkeftinên di navbera Tehran û Duhayê de kir

Wezîrê karên derve yê Îranê li ser cîbicîkirina rêkeftinên ku di serdana serokê Komara Îslamî ya Îranê bo Qeterê de hatine encamdan, tekez kir.

ABNA24 : şanda wezareta karên derve ya Qeterê bi serokatiya Ehmed Bin Hesen El-Hemadî sekreterê giştî yê wezareta karên derve ya Qeterê ku li ser vexwendina alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve ji bo lidarxistina yekem komîteya şêwra siyasî  hatiye Têhranê bi Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr-Ebdullahiyan re hevdîtin kir.

Di vê hevdîtinê de têkiliyên dualî û mijarên berjewendiyên hevpar ên Îran û Qeterê hatin gotûbêjkirin.

Berfirehkirina peywendiyên digel cîran û welatên navçê û dost wek karê sereke yê siyaseta derve ya dewleta Îranê hatiye ragihandin.

Qeter yek ji wan welatên ku di siyaseta derve ya Îranê de di rêza yekem de ye û pêdaçûn li dîroka peywendiyên wan nîşan dide ku peywendiyên her du welatan hertim kûr û geş bûne.
Serdana serokê Komara Îslamî ya Îranê bo Qeterê (21.02.2022) ku di çarçova berfirekirina peywendiyên dualî de pêk hat, yekem seredana welatên erebî yên Kendava Farsê bû ku ev yeka taybet nîşan dide. girîngiya têkiliyên her du welatan.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*