?>

Endamê YNKê: Siyasetên çewt ên aborî yên PDK bûn sedema qeyranên darayî li Hewlêr û Duhokê

Endamê YNKê: Siyasetên çewt ên aborî yên PDK bûn sedema qeyranên darayî li Hewlêr û Duhokê

Endamekî Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) asta deynên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û deyndarên wê aşkira kir û got: Sîyasetên aborî yên çewt û şaş ên PDK bûne sedema gellek qeyranên darayî li parêzgehên bakurê Herêma Kurdistanê.

ABNA24 : Karwan Enwer di gotûbêja tev Ajansa Nûçeyan a Al Maloomê da bi gotina vê yekê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêde ji 32 milyar dolarî deyndar e, dîyar kir: Eva pişkeke deynên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo şirketên navnetewî ye ku Hewlêrê diravekî zav ji wan wergirtîye û hela deynê wan nedaye.

Enwer herwiha got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojê nîv mîlyon bermîl neftî û nîv milyon metrekûp jî gazê li gorî bihaya cîhanî difiroşe, lê em dibînin ku parêzgehên bakur nemaze parêzgeha Silêmaniyê ji ber gellek qeyranên darayîyê dinalin.

Wî amajeyî vê yekê kir ku ev sîyasetana û çawanîya birêvebirina dosîya derhatan ji hêla Hikûmeta Herêma Kurdistanê va ji xalên bingehîn û babeta nakokîyên bineretî di navbera YNK û PDK da tên hesêb, dîyar kir: Sîyasetên Hikûmeta Herêmê qet zelal nînin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*