?>

ENKS'ê bertek nîşanî gotinên Çawûşxolû da: "Ewna guhertina Demografiyê li Efrînê û Plana Kembera Erebî" nabînin

ENKS'ê bertek nîşanî gotinên Çawûşxolû da:

Feysel Yûsif, Endamê Desteya Serokatiyê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) gotinên bigef ên Wezîrê karên derve yê Tirkiyê wek 'Dijminatiya dijî Yekîtiya Kurdan' bi nav kir.

ABNA24: Li gorî rapora Kurd Pressê, Feysel Yûsif, Endamê Desteya Serokatiyê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di axaftinekê da tevî berteknîşandana li hemberî gefa vê dawiyê ya Mewlûd Çawûşoxlû û armancnîşandana rasterast a ENKS'ê, got: "Li dijî yekîtiya kurdan dijminatî heye. Ji kurdan ra dibêjin 'Cudatîxwaz', lê ti kesek kiryarên pêkhatî li Efrîn, Serî Kanî û Girê Sipî jibo guhertina demografiyê û plana Çembera Erebî hilênaxe. Nikarin bêjin Kurd jibo tunekirinê kirine armanc. Heta behsa pêkhatina beranberiyê li navçeyê, naskirina mafên neteweyî-niştîmanî û piştevaniya ji kurdan jî nakin. Bi buxtan û tometan dixwazin pêbaweriya ku jibo yekîtiyê pêk hatiye ji nav bibin û rê li ber her cûre yekîtiya navbera kurdan bigirin."

Li gorî rapora Hawar Newsê, Feysel Yûsif her wiha ragihand: "Di çareserkirina qeyrana Sûriyê da, yekîtiya kurdên vî welatî pirr girîng e. Kurd bi hewildana xwe jibo pêkanîna yekîtiyê navbera xwe hewil didin ku demokrasî, yekîtiya welêt û aştiya civakî xurt bikin. Tometên hilêxistî dijî Kurdan derbarê hewildanên pêkhatî jibo vê yekîtiyê ne rast in û rastî eva ye ku Sûriyeyeka demokratîk jibo me giştan girîng e."

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*