?>

Ensarullaha Yemenê: Armancên Amerîakyê têkildarî têrora serdar Silêmanî serêxwe negirtin

Ensarullaha Yemenê: Armancên Amerîakyê têkildarî têrora serdar Silêmanî serêxwe negirtin

Endamê Polîtburoya Ensarullaha Yemenê pêgirî kir ku Amerîkayê armancên têkildarî têrorkirina serdar Qasim Silêmanî Fermandeyê berê yê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî bidest nexistin.

ABNA: Mihemed Bexîtî Endamê Polîtburoya Ensarullaha Yemenê di hevpeyvîna digel Kanala Al Mayadeenê de got: Pştî têrora serdar Qasim Silêmanî û Ebûmehdî Muhendis Cîgirê Serokê Heşdi Şeibîyê ji hêla hêzên amerîkî ve, leşkerên amerîkî li Iraqê ketine ber gefê.

Wî bi gotina vê yekê ku li Sûrîye û Yemenê jî Hêzên Berxwedanê gellek pêşda çûne, dîyar kir ku herçend Bereya Berxwedanê 2 rêvebirên berbiçav û girîng ên xwe ji dest dan lê, Amerîkayê armancên xwe têkildarî wê têrorê bi dest nexistin.

Bexîtî herwiha got: Mêhwera Berxwedanê ligorî armanca umeta islamî rabûye û derbên ku lê dikevin çi bi têrorkirina rêvebirên wê be çi bi ragihandina şêrr dijî wê, dibin sedema xurttirbûna wê bereyê.

.............
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*