?>

Êrîşên hewayî, balafirên bê mirov û topan ên Rejîma Îsraîlê ser Zîvala Xezeyê

Êrîşên hewayî, balafirên bê mirov û topan ên Rejîma Îsraîlê ser Zîvala Xezeyê

Çavkaniyên çapemeniyê ragihandin ku êrîşên hewayî û topan ên artêşa Rejîma Siyonîst li ser deverên curbiur ên li Şerîda Xezeyê berdewam dikin.

ABNA24 : Artêşa Rejîma Îsraîlê hedefgirtina mal û herêmên ku sivîl tê de dijîn ên li Xezayê, berfireh kir. Komên berxwedana filistînî jî topbaran û mûşekbarana deverên siyonîstnişîn didomînin.

Li gorî Al-Jazeera Nûçegihanên Erebî duh êvarê ji Filistînê ragihand ku artêşa Îsraîlê duh di saetên sibê de rêzeêrişên hewayî li dijî mal û herêmên ku sivîl tê de dijîn ên li herêmên cuda yên Xezayê, pêk anîn. Her wiha di encamê de gelek kes şehîd û birîndar bûn.

Balafirên şer, tank û keştiyên şer; mal, herêmên sivîlan, saziyên niştecihan û binesaziyê topbaran dikin û nêzî 10 hezar malbat ji herêmên cuda yên Xezayê koçber bûne.

Li gor ragihandina van çavkaniyan balafirên Rejîma Siyonîst çend malên filistîniyan li devera Sebra û wargeha El-Şatî li şerîda Xezayê û malek jî li devera Refehê bombebaran kirin û topxana vê rejîmê jî hin dever li rojhilata Xan Yunis, wargehên Elbûrîc û El-Mexazî kirin hedef.

Hin çavkaniyan ragihandin ku rejîma Siyonîst di çend deqîqan bi debalafirên bombeavêj û balafirên bê pîlot 70 êriş ser şerîda Xezayê pêk anîn.

Artêşa Rejîma hanê jî îdia dike ku navenda îstixbarata Hemasê îmha kiriye.

Li gorî vê raporê, Rejîma Siyonîst di êrişên xwe yên li dijî Qiraxê Rojavaya Çemê Urdinê û Şerîda Xezayê de bombeyên GBU-31 û GBU-39 yên Amerîkî, ku pir hilweşîner û kujer in, bikar anîne.

 Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihandiye, hêzên Rejîma Îsraîlê herêmên sivîlan û malên wan dikin hedef da ku komkujiyan li dijî welatiyan pêk bîne û vê wezaretê di daxuyaniyeke xwe de diyar kir ku 12 malbatên filistînî bi temamî hatine şehîdkirin.

Heta niha 139 filistinî, di nav wan de 39 zarok û 22 jin, hatine şehîdkirin.

Komên Filistînê bersiva êrişan didin, topbaran ji Xezayê ber bi baregehên leşkerî û bajarokên siyonîstî ve didome.

Li gorî raporên Rejîma Îsraîlê 10 îsraîlî hatine kuştin û ji destpêka şer ve bi dehan kes birîndar bûne. Rêvebirê nexweşxaneyeke îsraîlî got: Bi sedan kuştî û  birîndar anîne vê nexweşxanê û tekez kir ku hikumeta Îsraîlê derewan li gelê xwe dike.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*