?>

Erkdariya şehîd Sulêymanî, xurtkirina bereya berxwedanê bona rawestana li ber siyonîstan

Erkdariya şehîd Sulêymanî, xurtkirina bereya berxwedanê bona rawestana li ber siyonîstan

Berdevkê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî bal kişand ser işkesta hemî pîlanên emerîkiyan li navçê ji ber tivdîrên bereya berxwedanê û got: Erkdariya serdar Qasim Sulêymanî, fermandê şehîd ê hêza Qudsê yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî, bihêzkirina bereya berxwedanê bona rawestana li ber siyonîstan bû.

ABNA: serdar sertîp Remezan Şerîf, berdevkê Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî, roja pêncşemiyê li merasima rêzgirtina ji çilemîn roja şehadeta serdar Qasim Sulêymanî li Ûrmiyê diyar kir: terorkirina şehîd Sulêymanî ji aliyê emerîkiyan, destpêkek bo derxistina wna ji navça rojava Asiyayê ye.

  Sertîp Şerîf bal kişand  ser vê eykê ku terorkirin û şehîdkirina serdarên bereya berxwedanê nikare pêşiya işkesta komployên dijminan bigre û got: Emerîkî li dû serdestiya ser coxrafiyaya navçê û pêkanîna ewlehiyê bo Rejîma Siyonîstî ne lê ev pîlan bi  tivdîrên şehîd Sulêymanî û fermandeyên bereya berxwedanê tê pûç dibin.

Berdevkê Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî, bi bîr xist: Sîleya tolhildana  giran a Sipahê pasdaran piştî şehadeta serdar Sulêymanî, rûmeta emerîkiyan ji nav bir û derxistina wan ji navçê eseh kir.

............
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*