?>

Esed û Reyîsî li ser xurtkirina hevkariyên dualî tekez kirin

Esed û Reyîsî li ser xurtkirina hevkariyên dualî tekez kirin

Bişar Esed serokomarê Sûriyê Duşemiyê bi şev di gotûbêja telefonî tev Îbrahîm Reyîsî serokomarê hilbijaertî yê Îranê, li ser xurtkirina hevkariyên dualî yên Têhran û Şamê tekez kir.

ABNA24 : Di vê gotûbêja telefonî da, Esed tevî pîrozkirina serketina Reyîsî di hilbijartina serokomartiya Îranê da, jibo wî di serokatiya Komara Îslamî ya Îranê da pêşketina zêdetir a Komara Îslamî û dewama serêxwegirtina destkeftan di hemî waran da hêvî kir.

Du aliyan her wiha li ser vîn û iradeya xwe jibo dewama pêvajoya xurtkirina hevkariyên dualî di hemî waran da û dewama gotûbêj û hevahengiyê derbarê mijarên eleqedar ên du welatan tekez kir.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*