?>

Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê: Artêş bihêz li hemberî her dijminekî radiweste

Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê: Artêş bihêz li hemberî her dijminekî radiweste

Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Artêş bihêz li hemberî her dijminekî radiweste.

ABNA24 : Emîr serleşker Seyid Ebdulrehîm Mûsewî, Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê îroşemiyê bi amadebûna li Koma 411ê ya Endazyariya Peyamberê mezin (S) a Hêza bejahî ya artêşê li bajarê Brocêrdê seredana beşên cûrbicûr ên vê yekîneyê kir û got: Artêşê taybetmendiyên bilind hene ku yek ji wan amadebûna di demê da li qadê ye.

Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Roja îro artêşê dema ku biryar e li pişta hikûmetê be û lêxe devê dijmin, amade dibe û yek ji van qadan beşdariya berfireh a kedkarên artêşê û malbatên wan di hilbijartina serokomartiyê da bû.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*