?>

Fermandarekî Pêşmerge: PKKê li devera Biradost êrîşî xaleke Pêşmerge kir

Fermandarekî Pêşmerge: PKKê li devera Biradost êrîşî xaleke Pêşmerge kir

Fermandarekî Pêşmerge îdia kir ku li devera Biradost a ser bi nahiya Sîdekanê ve, çekdarên PKKê êrîşî ser xaleke hêza Pêşmerge kirin.

ABNA24 : Fermandarê Fermandariya Helgurd, Behram Erîf Yasîn ji K24ê re ragihand, çekdarên PKKê bi çekê RPG, BKC û bi çekê sivik êrîş ser xaleke Pêşmerge li devera Biradost kir.

Wî herwiha diyar kir ku hêza Pêşmerge ya li wê xalê bersiva êrîşa çekdarên PKKê dan û ti ziyanên canî di nava hêza Pêşmerge de nebûn.

Behram Erîf Yasîn got: " PKK dixwaze li Herêma Kurdistanê tevliheviyê derxe. Divê PKK rêzê li rewş û yasayên Herêma Kurdistanê re bigire"

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*