?>

Fermandeyê Hêza Besîc a yek ji bajarên başûra rojavaya Îranê hat terorkirinê

Fermandeyê Hêza Besîc a yek ji bajarên başûra rojavaya Îranê hat terorkirinê

Rêvebirê Dayra Ragihandinê ya Sipaha Hezretê Welîyêesr (Xwedê teala di zuhûra wî de lezê bike) a parêzgeha Xûzistanê li başûra rojavaya Îranê ragihand ku Fermandeyê Hêza Besîc a şarê Darxowêynê hat têrorkirinê.

ABNA: Mihemedriza Nêimetî Rêvebirê Dayra Ragihandinê ya Sipaha Hezretê Welîyêesr (Xwedê teala di zuhûra wî de lezê bike) a parêzgeha Xûzistanê got: Ebdulhisên Mecdemî Fermandeyê Hêza Besîc a şarê Darxowêynê vê sibê li ber mala xwe di encama êrişa 2 têrorîstan de hat şehîdkirinê.

Nêimetî bi gotina vê yekê ku hê tu kes an komekê berpirsîya vê têrorê nedaye ustîyê xwe, ragihand: Lêkolînên di vî warî de destpê bûne û encam dê bi zûtirkê were ragihandinê.

Ebdulhisên Mecdemî yek ji berevanên tirbên ehlibeytê (S) û hevrêyên serdar şehîd Qasim Silêmanî Fermandeyê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî bû.

...........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*