?>

Fermandeyê Sipahê Pasdaran: Ger Amerîka û Îsraîl şaşitiyê bikin em ê li wan xin

Fermandeyê Sipahê Pasdaran: Ger Amerîka û Îsraîl şaşitiyê bikin em ê li wan xin

Fermandeyê giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê şeva borî li merasima çil-rojiya şehîdbûna serdar sipehbud Qasim Silêmanî li Tehranê bertek nîşanî gotina rayedarekî Rejîma Siyonîstî ya derbarê êrişa ser hêzên îranî li Sûriyê û Iraqê, da û got: Ger Amerîka û Îsraîl şaşitiyê bikin Sipahê Pasdaran wê wan herdûyan bikin armanca êrişên xwe.

ABNA: Fermandeyê giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê Husên Selamî şeva borî li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (RE) ya Tehranê di Merasima çilema şehîdbûna serdar Silêmanî fermandeyê Hêza Quds a Sipayê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê û rêhevalê wî yên şehîd de bal kişand ser bersiva tund û dijwar a Îranê li hemberî kiryara terorîstî ya şehîdkirina serdar Qasim Silêmanî û rêhevalên wî li Iraqê û got: Me sîleyeke qahêm li Amerîka xist, lê ya mazintir û qahêmtir hîn maye û eva heya derxistina gişt leşkerên amerîkî ji welat û erdên Îslamî berdewam bike û ev rastiya nêzîk e.  

Serdar serleşker Selamî herwiha got: Şehîd serdar sipehbud Qasim Silêmanî fermandeyê Hêza Quds a Sipayê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê li rojhilata derya Sipî li ber dijmin sekinî daku ziyan negihêje Îslamê û dîsa erdên îslamî dagîr nebin , bi saya pêngavên şehîd Silêmanî gişt xal û deverên bin destê Rejîma Îsraîlê ketina bin tirs û xufa agirê filistîniyan.   

Fermandeyê giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê got: Serdar Silêmanî cîhana Îslamê bi tev yekgirtî kir û siyasetên Amerîkayê ji bo çêkirina Rojhilata Navîn a nû têk bir.

Serdar serleşker Selamî desnîşan kir ku serdar Silêmanî firîşteyê rizgariyê bû û bi bîr xist: Her der ku mezlûmek hebû hecî Qasim Silêmanî û hêzên wî li wir bûn û şer dikirin û bûn mertalê belaya Umeta Îslamê û her wek Malikê eşter hertim nêzîkî xîveta dijimin bû.

..........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*