?>

Gergerlîoglu: Jiyana min serûbin kirin

Gergerlîoglu: Jiyana min serûbin kirin

Omer Faruk Gergerlîoglu ku 3 meh û 6 rojan di zindanê de ma, dibêje, “Jiyana min serûbin kirin. Daxwaza ji bo aştiyê nabe bibe tawan. Mafên min ên di zindanê de jî hatin binpêkirin. Rewşa Tirkiyê nikare bi vî rengî berdewan be.”

ABNA24 : Li gorî rapora Rûdawê, Parlamenterê berê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlîoglu ku duh, 06/07/2021, ji zindanê hat azadkirin, beşdarî bultena 15.00 ya Rûdaw TVyê bû ku taybet e bi Tirkiyê û behsa siyaseta Tirkiyê bi giştî û dema xwe ya di zindanê de kir. 

Omer Faruk Gergerlîoglu ku di heman demê de çalakvanekî mafên mirovan e, li ser sedemên girtina xwe amaje bi parvekirineke xwe ya li ser torên civakî kir û got, biryara girtinê “her ji destpêkê ve ne qanûnî bû. Daxwaza bo aştiyê nikare bibe tawan.”

“Tiştek nema ku li hemberî min nekirin”

Omer Faruk Gergerlîoglu ku parlamenterê HDPê bû li bajarê Kocaeliyê, lê parlamenteriya wî hatibû hilweşandin, derbarê reftar û kiryarên li hemberî xwe got, “Jiyana min serûbin kirin, ez pizîşkek im ku min berevanî li mafên mirovan dikir û di hemû jiyana xwe de min behsa aştî û baştirkirina rewşê kiriye, lê gelek tiştên xerab li hemberî min kirin. Di dema dawî de ez bûm parlamenter, lê herî dawî dîsa mafên min binpê kirin. 5 sal in ti binpêkarî nema ku li hemberî min nekirin. Tevî biryara dadgehê jî, lê dîsa 6 rojan zêdetir ez di zindanê de hatim hiştin.”

Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê berî niha biryar dabû ku mafên Gergerlîoglu hatine binpêkirin û li ser wê biryarê Gergerlîoglu hatibû berdan û ew dibêje, “Ev biryar ne tenê girêdayî min e, bi siyasetê eleqedar e. Dê rê li ber wan dozên ku berdewam in veke ku ew jî bikevin. Dê gelek guhertin bên kirin.”

“Li zindanê jî mafên min hatin binpêkirin”

Omer Faruk Gergerlîoglu ku 96 rojan di zindanê de ma, li ser rewşa zindanê de amaje bi wê kir, berî ku bê girtin jî wî rewşa zindanan ji nêzîk ve dişopand û got, “Mafên min gelek hatin binpêkirin, tiştên biçûk bûn ku dihatin, wek diyarî, rojname, pirtûk nedan min. Peywendiyên me yên telefonî dihatin guhdarîkirin. Mirov îtîraz jî bike, guvaş tên zêdekirin. Min pirtûk xwendin, gotar, helbest nivîsandin. Eger bêjin em dê wan di zindanan de bêhêvî bikin, nikarin wisa bikin. Min ew der bo xwe kir derfetek. Niha girtîgehên Tirkiyê heta serî tijî ne. 281 hezar kes hene.”

Derbarê pêşeroja siyaseta Tirkiyê de jî Gergerlîoglu diyar kir, “Desthilateke otorîter li Tirkiyê heye, encamên wê jî her roj diyar in. Eger aştî, biratî, mafên mirovan, dadperwerî nebe, otorîterî çê dibe û ji bo ku ew jî hebe dikare her karî bikin û li gel mafyayê jî rûnin. Niha Tirkiye wiha birêve diçe.”

Proseya girtin û azadkirina Omer Faruk Gergerlîoglu;

Omer Faruk Gergerlîoglu ku parlamenterê HDPê yê bajarê Kocaelî yê Tirkiyê bû û bi xebatên xwe yên ji bo mafên mirovan û civaka sivîl tê naskirin, ji ber peyamên xwe yên li ser torên civakî derbarê wî de doz hatibû vekirin.

Di encama wê dozê de bi hinceta “propagandaya rêxistinê” 2 sal û 6 meh cezayê zindanê li Gergerlîoglu hatibû birîn û dosya bo parlamentoyê hatibû şandin.

Biryara derbarê wî de roja 17ê Adarê li lijneya giştî ya parlamentoyê hatibû xwendin û parlamenteriya Omer Faruk Gergerlîoglu hatibû hilweşandin.

Biryara dadgehê, rakirina parêzbendiyê û stendina mafê parlamenteriyê ji Gergerlîoglu karvedanên ciyawaz li pey xwe anî bûn û bûbû cihê nerazîbûneke mezin.

Omer Faruk Gergerlîoglu jî ku bi kar û xebatên xwe yên ji bo mafên mirovan tê naskirin, li dijî wê biryarê li jûra fraksiyona HDPê bi daxwaza `dadperweriyê` dest bi çalakiyekê kiribû û ragihandibû heta Dadgeha Destûra Bingehîn biryara dawîn nede ew ji parlamentoyê dernakeve.

Lê Gergerlîoglu roja, 21/03/2021, di roja pêncan a çalakiya xwe de li parlamentoyê ji aliyê polîs ve hatibû desteserkirin.

Herwiha piştî ku hatibû berdan, Gergerlîoglu roja 2ê Nîsanê vê carê jî li mala xwe hatibû desteserkirin û dîmenên desteserkirina wî jî belav bûbûn ku polîsan bi ser mala wî de girtibû û bi reftareke xerab ew desteser kiribûn.

Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê jî roja 1ê Tîrmehê biryara xwe eşkere kir û ragihand ku mafê xebata siyasî, ewlekarî û azadiya Omer Faruk Gergerlîoglu hatiye binpêkirin.

Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê herwiha nivîsek jî arasteyî dadgeha xwecihî kiribû û daxwaz kiribû ku Gergerlîoglu bê azadkirin.

Omer Faruk Gergerlîoglu 6 roj piştî biryara Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê, pêr, 06/07/2021, ji zindana Sincan a Enqerê hat berdan.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*