?>

Girîngiya endametiya Îranê di Peymana Şanghayê de

Girîngiya endametiya Îranê di Peymana Şanghayê de

Endamekî Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Endamtiya Îranê li Rêketinama Şanghayê dê bibe alîkar ku armancên Îranê li navçê pêş bikevin.

ABNA24 : Endamê Komîteya Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê "Husên Nûşabadî", li hevpeyvîna digel Ajansa Nûçeyan a Xaneyê Millet, li bara girîngiya rola Îranê li Rêxistina Hevkariya Şanghayê got: “Ev koma baş kapasîteyên aborî, bazirganî, bankî û siyasî li Asyayê çêkiriye.

Nûşabadî, diyar kir ku Komara Îslamî ya Îranê bi salan endamê çavdêrê Peymana Şanghayê ye û wiha pê de çû: "Stratejiya Îranê di warê têkiliyên navneteweyî de berî her deverekî din  Asya ye."

Endamê Komîteya Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê her wiha got: Pêşxistina danûstandin û hevkariyên aborî, bazirganî û diravî bi welatên herêmê re di rojevê de ye, di vê rewşê de endametiya Îranê di Peymana Şanghayê de Komara Îslamî ya Îranê ji bo berfirehkirina têkiliyan di şert û mercên guncawtir de dihêle.

Nûşabadî bi bîr xist: Hebûna Îranê di Peymana Şanghayê de dê dîplomasiya aborî û herwiha peymanê jî xurt bike, ji ber ku Komara Îslamî ya Îranê jî xwedî şiyanên baş e ku welatên din dikarin bikar bînin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*