?>

Girtina hejmarek endamên DAIŞ li "Kerkûk" û "Bexda"

Yekîneyên artêşa Iraqê di operasyonên li parêzgehên Kerkûk û Bexdadê de gelek endamên tekfîrî yên DAIŞê nas kirin û girtin.

ABNA24 : Li bajarê Kerkûkê şaneyeka veşartî ya DAIŞê hat deşîfrekirin û endamên wê jî hatin girtin.

Wezareta navxwe ya Iraqê ragihandiye, li Kerkûkê şaneyeka veşartî ya DAIŞê ku ji 6 kesan pêk dihat, hat deşîfrekirin û endamên wê jî hatin girtin.

Li gorî agahiyan, ew şane ji aliyê tîmên îstixbaratê ve hatine girtin.

Hêzên artêşa Iraqê li parêzgeha Bexdayê jî li dijî terorîstên DAIŞê operasyoneke din kirin ku di encamê de çend terorîst hatin girtin.

Berê, hêzên artêşa Iraqê li parêzgeha Nînewa li dijî bermahiyên edamên tekfîrî yên DAIŞê operasyonek pêk anîn, 12 ji wan nas kirin û binçav kirin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*