?>

Gulale- 4 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Gulale- 4 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Îro çarşemê 03.03.2021ê firokeyên şer ên Iraqê li nehiya Gulaleyê ya ser bi Xaneqînê çekdarên DAIŞê bordûman kirin û di encama wan bordûmanan de 4 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

ABNA24 : Berpirsê Rêveberiya Polîsê Gulaleyê Felah Mihemed ji BasNewsê re axivî û da zanîn firokeyên artêşê 4 çekdarên DAIŞê bordûman kiriye û ji ber wê bordûmanê her 4 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.

Herwiha Felah Mihemed amaje bi wê yekê jî kiriye wan terorîstên DAIŞê îro li herêmê êrîşî artêşê kiribûn û 3 serbazên DAIŞê jî birîndar kiribûn û operasyona kuştina wan piştî wê êrîşê dest pê kiriye.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*