?>

HDP: Helwesta me encama hilbijartina Stenbolê diyar kir

HDP: Helwesta me encama hilbijartina Stenbolê diyar kir

Hevserokê Gişt Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî derbarê encamên hilbijartina Stenbolê de ragihand ku helwesta partiya wan encama hilbijartinê diyar kiriye.

(ABNA24.com) Hevserokê Gişt Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî derbarê encamên hilbijartina Stenbolê de ragihand ku helwesta partiya wan encama hilbijartinê diyar kiriye.

Hevserokê Gişt HDP`ê Sezaî Temellî li avahîya navendî ya partiya xwe civîneke rojnamevanîyê saz kir û encama hilbijartina Şaredariya Stenbolê nirxand û diyar kir ku hilbijartin bi awayê demokratîk hat kirin.

Sezaî Temellî destnîşan kir ku ji aliyê siyaseta Tirkiyê ve pêvajoyeke girîng derbas bû, divê êdî bala xwe bidin ser piştî hilbijartinê û pêvajoya pey wê.

Temellî diyar kir ku dengderê HDP`yî di vê hilbijartinê de înîsiyatîfeke girîng girt destê xwe û wiha pê da çû: "Ya ku encama hilbijartina Stenbolê eşkere kir helwesta HDP`ê ye. HDP`ê siyaseta xwe ya bêalî parast û encama hilbijartina Stenbolê vegerande têkoşîna demokrasiyê û bû hêviya hevpar a hemû gelan."

Temellî got: Em çavlirê ne encama ku ji sindoqan derket di rêvebirina bajêr de jî were nîşandan û wiha axivî: "Hêviya min ew e ku ev îrade di qonaxa pêşiya me de tevkariyeke demokratîk bide rêveberiya bajêr. Daxwaza me ya herî mezin ew e ku rêveberiyeke bi gel, kedkar û jinan ra têkeve rewacê. Wekî şaredariyên me heman nêrîn têkeve rewacê."

Temmlî got ku hewcedariya Tirkiyê bi siyaseteke mizakereker ra heye, divê di demeke kin de qanûneke bingehîn a demokratîk têkeve rojevê.

Sezaî Temellî got hêviya wan ew e ku hemû partî bên ba hev û pêvajoya qanûna bingehîn a nû bidin destpêkirin û bi vî awayî aştiya civakî dê ji nû va were avakirin.




/129


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*