?>

HDP: Rêya rast ne operasyon lê diyalog e

HDP: Rêya rast ne operasyon lê diyalog e

Encumena Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî operasyonên Tirkiyê yên li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ragihand ku rêya rast ne operasyon lê diyalog e.

ABNA24 : Encumena Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê operasyonên Tirkiyê yên li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

HDPê tekez kir ku rêya rast ne operasyon in, diyaloga li ser zemîneke aştiyane û demokratîk e, û ragihand: “Operasyonên derveyî sînor ên Artêşa Tirkiyê, di 38 salên borî de bê encam mane, ew operasyon ji bilî mezinkirina şer û pevçûnan, xizmeta tiştek din nakin.”

HDPê di daxuyaniya xwe de herwiha destnîşan dike ku siyaseta şer ti bandoreke erênî li çareseriyê nekiriye.

HDP rola xwe di beşdariya pêvajoya aştî û agirbestê de weke berpirsatiya xwe dizane û dibêje: “Ew banga diyalogê dubare dikin û ji xelk û saziyan dixwazin di vê mijarê de hestyar bin.  

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*