?>

Hejmara miriyên erdheja li Efxanistanê gihîşte 1000 kesî

Hejmara miriyên erdheja li Efxanistanê gihîşte 1000 kesî

Hejmara kesên di erdheja Paktîkaya wîlayeta Efxanistanê ya bi lerza 5,9an şev çêbû da mirin gihîşt 1000î.

ABNA24 : Rayedarê rewşa acil ên Efxanistanê daxuyand di erdheja mezin da herî kêm 1000 kes mirin û 600 kes jî birîndar bûn.

Rayedarên Efxan ragihandibûn ku erdhejê herî zêde zirar da navçeya Giyanê ya Pektîkayê û navçeya Spîreyê ya Hostê, herî kêm 1000 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Hatibû destnîşankirin ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomin û ji Kabulê jî ji bo deverê bi firokeyan alîkarî hatiye şandin.

Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) mezinahiya erdhejê pêşiyê wekî 6,1 ragihandibû û dû ra wekî 5,9 rojane kiribû.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*