?>

Hejmarek çeteyên Tirkiyê li derdora bajarê Til Temira Sûriyê hatin kuştin

Hejmarek çeteyên Tirkiyê li derdora bajarê Til Temira Sûriyê hatin kuştin

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) êrişî xaleke çeteyên girêdayî Tirkiyê li bakurê rojavayê bajarê Til Temirê kirin û hejmarek çete hatin kuştin û birîndarkirin.

ABNA24 : Li gorî çavkaniyên ser opozisyona Sûriyê, hêzên HSDê li bajarokê Til Temir ê bakurê Sûriyê êrîşî xaleke çekdarên grûpa Hemzat a girêdayî Tirkiyê kirine û di êrîşê de, hejmarek çekdarên grûpa navborî kuştine û hejmareke din birîndar kirine.

Li gorî heman çavkaniyan, şeva çûyî jî hêzên HSDê otomobîleke çeteyên heman grûpê kiribûn armanc û di encam de hejmarek çete hatibûn kuştin û birîndarkirin.

Serokê Îtîlafa opozisyona Sûriyê Nesir el Herîrî, di twîtekê de eşkere kiriye ku çeteyên kuştî ji taxa Baba Emro ya bajarê Himsê ne.

Hêzên Tirkiyê û grûpên çete yên ser bi artêşa tirk car bi car gundên li navçeyê topbaran dikin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*