?>

Helîkopterên Tirkiyê yên şêr otomobîleke sivîl li herêma Kurdistanê bombebaran kir

Helîkopterên Tirkiyê yên şêr otomobîleke sivîl li herêma Kurdistanê bombebaran kir

Li navçeya Sîdekan ya bi ser Soran ve li Herêma Kurdistanê, helîkoptereke Tirkiyê otombîleke sivîlan bombebaran kir û di encamê de 2 kesên tê de birîndar bûn.

ABNA24 : Birêvebirê bajarokê Sîdekan Îhsan Çelebî ji Rûdaw re ragihand, ku otombêleke sivîlan li gundê Sinînî, rastî êrîşa helîkoptereke Tirkiyê hatiye û di encamê de 2 kesên sivîl tê de birîndar bûne.

Îhsan Çelebî her wiha got ku ew herdû kes, dixwastin ajelan ji nêzîkiya sînorê Îranê bînin û rastî êrîşa helîkoptera Tirkiyê hatine.

Alîkarê lîwaya pasevanê sînorê Iraqê Kamran Ebdulrehman ji Rûdawê re ragihand ku du kes ji bo ku bi otomobîla xwe ji gundê Sinîniyê mêşinan bînin, bi rê de ji bo ku germ bibin agir kirine û helîkoptereke Tirkiyê jî êrişek pêk aniyê di encamê de 2 kes birîndar bûne.

Dewleta Tirkiyê ku gelek dever li Herêma Kurdistanê dagir kirine bûye belayê can û malê xelkê sivîl li vê Herêmê.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*