Endamekî Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkera kir ku vê şandê li hevdîtinên xwe yên li Bexdayê diyar kiriye ku amade ye rojê 250 hezar bermîl neftê radestî Bexdayê bike.
ABNA: Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro gihişt Bexdayê. Nûnerê Herêma Kurdistanê li Bexdayê dibêje, nêzîkbûneke baş di navbera Bexda û Hewlêrê de heye û ew geşbîn in ku bighin rêkketinekê derbarê pişka Herêma Kurdistanê di budceya 2020an de.
Wezîrê petrola Iraqê jî ragihand ku Pêwîst e Herêma Kurdistanê ji destpêka sala nû her roj 250 hezar bermîlên petrolê radestî Bexdayê bike û ev yek di budceya sala 2020an de tê cîbicîkirin.
Xalid Şivanî wezîrê Herêmê û endamê şanda hanê ragihandiye ku gotûbêjên wê bi rayedarên Hikûmeta Iraqê erênî bûne û ev gotûbêj berdewam dikin û em amade ne bo radestkirina rojê 250 hezar bermîl neftê bo bexdayê.
Endamê wê şandê, ji çend wezîr û serokê dîwan û sekretêrê Encûmena Wezîran ya Herêma Kurdistanê pêk tên.
........
340