?>

Heta niha zêde ji 3 hezar penaber ji bakura Sûriyê gihêştine Herêma Kurdistanê

Heta niha zêde ji 3 hezar penaber ji bakura Sûriyê gihêştine Herêma Kurdistanê

Li gorî amarên dawî ji 9ê vê mehê û heya niha 3 hezar û 56 penaber ji kurdên Sûriyê yên bakura vî welatî gihêştine Herêma Kurdistana Iraqê û tenê şevê din zêdetirî 700 penaber derbasî vê herêmê bûn.

ABNA: Rêveberê Data û Zanyariyan li Fermangeha Hevahengî û Krîzan Elî Îsa ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji 9.10.2019 û heya niha 3 hezar û 56 penaberên kurd ên bakura Sûriyê berê xwe dane Herêma Kurdistanê ku li nahiyeya Berdereş a di navbera Hewlêr û Duhokê de bi cih bûne û tiştên ku ji wan re pêwîst bin hatine amadekirin û alîkariya wan hatiye kirin.”

Herwiha Elî Îsa got: “Tenê şevê din 725 penaber hatine Herêma Kurdistanê û eger şer berdewam be dê hêj penaber bên Herêma Kurdistanê. Em û saziyên navdewletî di pêwendiyan de ne ji bo ku alîkariya penaberan bikin, ji ber ku hejmara penaberan zêde ye û pêwîst e Hikûmeta Iraqê û rêxistinên navdewletî alîkariya me bikin, wan jî soz dane ku alîkariya me bikin.”

Berî viya rayedarên Herêmê diyar kiribûn ku muhtemel e zêde ji 200 hezar penaberên bakura Sûriyê derbasî Herêma Kurdistanê bibin û diyar kirin ku amadekariyên pêwîst ji bo bicihkirina wan li herêmê hatine kirin. Piraniya penaberên hanê li du kampên Berdereş û Dumêz tên bicihkirin û av û cereyana wan amade bûye.

Rayedarên kurd ên Sûriyê diyar kirin ji ber êrişên dewleta tirk ûm çeteyên wê zêde ji 350 hezar kes li bakura Sûriyê aware bûne û bi dehan sivîl hatine kuştin û bi sedan sivîlên din jî birîndar bûne.

Rêxistina Efûya Navneteweyî jî ragihand ku dewleta Tirkiyê û çeteyên wê li bakura Sûriyê Cinayeta Şêr kirine.

.........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*