?>

Hevdîtinên şandeya bilind a CHPê li Herêma Kurdistanê bi rayedarên vê herêmê re

Hevdîtinên şandeya bilind a CHPê li Herêma Kurdistanê bi rayedarên vê herêmê re

Şandeke Partiya Komarî ya Gel (CHP) ya Tirkiyê bi serokayetiya Oguz Kaan Salici Cîgirê serokê vê partiyê duh yekşem 05.09.2021serdana Herêma Kurdistanê kir û li bajarê Selahedînê ya Hewlêrê bi serokê Partiya Demokrat ya Kurdistana Iraqê (PDK) Mesûd Barzanî re ku bondorke zêde ser hikûmeta Herêmê heye pêk anî û berî wê jî ev şanda bi serokê hikûmetê û paşê jî bi serokê Herêma Kurdistanê re civiya.

ABNA24 : Li hevdîtina şanda CHPê û Mesûd Barzanî de Cîgirê Partiya Komariya Gel ya Tirkiyê balkişand ser dîroka guhertinên navxweya Tirkiye û ragihand ku demokratxwazî dibê sedemek ji bo pêşketina navçê û bi pêwîst zanî ku aliyên demokratiyên navçê peywendiyeke dostane li gel hevdû hebê ji bo pêkanîna dadperwerî û pêşketinê. Her wiha tekez jî li girîngî û bandora Herêma Kurdistanê ya li navçê û Iraqê kir û xwest ku peywendiyên di navbera her du aliyan berfirehtir û kûrtir bibin.

Serokê PDKê  got: qederê gelên navçeyê ewe ye ku li gel hevdû bijîn û baştirîn rê jî ji bo wê jiyanê, birayetî û aştî û çareserkirina kêşeyan û nehiştina zimanê înkarkirina beranber e.  Barzanî herwiha tekez kir ku me hemûyan pêwîstî bi wê yekê heye sûdê li ezmûn û şaşiyên berê werbigrîn û xizmeta aştî û pêkvejiyana di navbera gelan bikîn.

Pêşhatên siyasiyên dawî yên li ser asta navçeyê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê mijareke dinê vê civînê bûn.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*