?>

Hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê digel rayedarên cîhanê li Davosê didmin

Hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê digel rayedarên cîhanê li Davosê didmin

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê di dewama hevdîtinên xwe digel rayedarên welatên curbicur li rex Civîna Cîhanî ya Aborîyê li Davosê, bi çend serok û rayedarên pillebilind ên welatên cîhanê re civîya.

ABNA: Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistana Iraqê ku ligorî vexwendina fermî jibo pişikdarîya di Civîna Cîhanî ya Aborîyê li Davosê de seredana Swêsê kirîye, di hevdîtinên cida digel Serokomarên Amerîka, Efganistan û Azerbaycanê û Wezîrê Karên Derve yê Erebistanê, Serokwezîrê Urdinê û Serokê Sazîya Caykayê hevdîtin pêk anî.

Rawêjkarîya têkildarî dawîn alûgurên Iraq û herêmê û herwiha rewşa Herêma Kurdistanê ji mêhwerên gotûbêjên Basrzanî digel Eşref Xenî û Elîyêv bûne.

Serokê Herêma Kurdistanê di hevdîtina digel Wezîrê Karên Derve yê Erebistanê, Serokwezîrê Urdinê û Serokê Sazîya Aborî ya Caykayê, Wezîra Karên Derve ya Swêdê, Serokomarê Ermenistanê û Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê de jî pêgirî ser amadebûna Herêma Kurdistanê û amadebûna zemîneya sermayeguzarîya bîyanî û çalakbûna şirketên bîyanî li qada aborî ya Herêma Kurdistanê kirîye.  

..........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*